Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê ji bo bal kişandina ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, çalakî pêk anîn. Polîsan êrîşî çalakiyê kir û 26 kes derb kirin û binçav kirin
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdoreveger de ne, ji bo piştgiriya bi girtiyan re û bal kişandina ser rewşa wan, xwestin li pêşiya plazaya AZC a li Semta Ofîsê ya Yenîşehîr a Amedê çalakiyê pêk bînin. Lê polîsan êrîşî çalakvanan kir.
Di dema êrîşê de çalakvan bi hovane hatin derbkirin û li erdê hatin kaşkirin. Di dema êrîşa polîsan de çalakvanan dirûşmên weke ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’, ‘Bila destên dirêjî dayikan hatine kirin bişikên’ û hwd. berz kirin.
Navên endamên KESK’ê yên di êrîşê de hatine binçavkirin wiha ne: “Mehmet Polat, Faruk Ercan, Velat Kaya, Sedat Toz, Yilmaz Guneş, Îrfan Denîz, Yildirim Aslan, Erkan Keskîn, Serhat Kiliç, Firat Akdenîz, Mehmet Nûr Ulus, Rozerîn Çatak, Gonul Adibellî, Arzu Koç, Gulhan Tekîn, Yasemîn Noyan, Saliha Zorlu, Emîne Akşahîn, Kadriye Kaya, Zeynep Aykat, Şenay Koç, Çîlem Aydin, Hatîce Efe, Guneş Ozel, Esra Ademhan û Arîn Zumrut.”
Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. AMED