Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Polîsan bi kuçikan êrîşê ferdên malbatê kirin

Li taxa Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê, polîsan bi ser mala welatiyê bi navê Faris Turk de girtin. Polîsên ku saet 05.00’ê sibê, deriye malê şikandin û ketin hundirê malê, bi kuçikan êrîşî ferdên malbatê kirin. Polîsên ku kuçik berdan ferdê malbatê, Faris û hevjîna wî Hanim Turk îşkence kirin. Niştechên avahiyê, bi dengê kuçikan û qîrîniya 2 zarokên malbata Turk hişyar bûn.

Polîsan piştî lêgerîna malê ya bi kuçikan Faris Turk binçav kirin. Di lêgerîna malê de, polîsan dest danîn ser hin pirtûkan. Hat hînbûn ku Turk ê hat binçavkirin, birine Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê. Di heman demê de, hat diyar kirin ku li bajêr polîsan bi ser gelek malan de girtine û gelek kes binçav kirine.

Ne cara ewil e!

Polîsan di 26’ê hezîranê de, di dema serdegirtina mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de jî bi kuçik êrîşî wê kiribûn û îşkence lê kiribûn. AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar