Polîsên dewleta tirk di saetên serê sibê de bi ser avahiya HDP’a Edeneyê de girt û lêgerîn pêk anî
Serê sibê zû polîsan bi ser avahiya HDP’a Bajer a Edeneyê de girtin. Polîsan avahiyê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û bi îdaya “li hundir poster, afîş û pankartên dij qanûnî hene” bi ser avahiyê de girt. Di heman demê de polîsan li hundirê beşa rêxistina HDP’ê ya Seyhanê de ku di heman avahiyê de jî lêgerîn pêk anî. EDENE