Polîsan bi ser buroya ETHA’yê ya li Stenbolê de girt. ETHA’yê bi peyamekê ragihand ku polîsan dest danîne ser telefonên xebatkarên wan û tu agahiyan ji xebatkarên xwe nagirin
Polîsan bi ser buroya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA a li Stenbolê de girt. Ajansê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku polîsan avêtiye ser buroya wan.
Di twîttê de ajansê ev agahî parve kirin: “Bi hinceta berhevkirina rojnameya Îstanbûl Sokakta ku pêveka rojnameya heftane ya Atilimê ye, polîsan bi ser ETHA’yê de girt. Telefonên edîtor û nûçegihanên me hatin destgirkirin. Em nikarin xwe bigihînin xebatkarên xwe. Nahêlin em vê bêhiqûqiyê ragihînin û xebatên me tên astengkirin. Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin.” STENBOL