Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya li Stenbolê de girtin
Polîsan bi ser mala Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya li Stenbolê de girtin û lêgerîn kirin. Alaca ku wê saetê li Qersê bû, der barê serdegirtinê de agahî da. Alaca diyar kir ku polîsan serê sibê bi ser mala wê û birayê wê de girtine û sedema serdegirtina malê fêr nebûne. Alaca anî ziman ku ji ber der barê dosyayê de biryara veşatinê heye, sedem fêr nebûne û polîsan bi riya birayê wê xwestine biçe îfadeyê bide.
Her wiha îro dîsa li gelek bajaran polîsên tirk bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçavkirin. QERS