Polîsan di danê sibehê de bi ser mala namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Serêkaniyê Mehmet Alî Kahraman de girt. Di serdagirtinê de kurê Kahraman, Hamdîn Kahraman hate binçavkirin
Bi nêzbûna hilbijartina rêveberiyên herêmî re, operasyonên qirkirina siyasî yên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî siyaseta kurd jî zêdetir bûn. Di vê çarçoveyê de di danê sibehê de polîsan bi ser mala namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Serêkaniyê ya Rihayê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Alî Kahraman de girtin.
Hat zanîn ku di encama serdegirtina malê de kurê Kahraman ê bi navê Hamdîn Kahraman hate binçavkirin. Di dema serdegirtina malê de polîsan alavên li malê belav kirin. Hat diyarkirin ku polîsan bi hinceta ‘parvekirinên medyaya civakî’ bi ser malê de girtiye.
Hamdîn Kahraman li Midûriyeta Polîsan a Serêkaniyê tê ragirtin. RIHA