Polîsên dewleta tirk a dagirker vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Hat hînbûn ku gelek xebatkarên MED-DER’ê hatine binçavkirin. Li avahiya MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome.
MED-DER ji sala 2017’an vir ve li Amedê dersên zimanê kurdî dide.