Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

Polîsan bi ser sê taxên Bismilê de girtin û îşkence li welatiyan kirin

Polîsên tirk bi ser sê taxên navçeya Bismilê ya Amedê de girtin. Îşkence li xwediyê malê kirin, mal serûbinî hev kirin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezotomyayê (MA) 6’ê nîsanê polîsên tirk bi ser taxên Dîcle Dumlupinar û Haciyê Kurdan de girtin.

Polîsan saet 02:00’an bi ser taxan de girtin û heta 8:00’an dom kir. Ji aliyekî ve jî ji bo ku kolandinê bikin mekîneyên kar jî birin taxan.

Hate diyarkirin sê mal hatin sehkirin. Li taxa Dîcleyê nav mal, baxçe û koxa Ibrahîm Halîl Ercan bi mekîneyên kar hate kolandin.

Ev kirinên kêfî yên polîsên tirk li taxên Dumlupinar û Haciya Kurdan jî dubare bûn.

Hate diyarkirin polîsan îşkence li Îbrahîm Halîl Ercan û xwediyê malê kirin ku Ercan li mêvandariyê bû, dema ku Ercan birine taxa Dîcleyê dîsa îşkence lê hatiye kirin.

Hate gotin çavên Ercan hatine girêdan, polîsan lê dane û poşêt di serê wî re kirine.

Ercan diyar kir dema ku ew ne li malê bûye li mala wan dema lêgerînê li malikekê hin muhîmmat hatine dîtin û wiha got: “Gef li min xwarin, gotin tu yê van bigirî ser xwe yan na em ê te bikujin.”

Dema lêgerînê Ercan hate binçavkirin, birin Midûrtiya Emniyetê ya Bajêr a Amedê û dema binçavkirina wî hate dirêjkirin.

Ercan ji parêzerê xwe re got ku bi saetan îşkence lê hatiye kirin.

Her wiha parêzer jî diyar kir dema binçavkirinê de wêne hatiye girtin û ji wêne jî diyar e ku îşkence lê hatiye kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar