PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Polîsan bîranîna Aktaş û Yavûzel asteng kirin

Li Rihayê, polîsan bîranîna ku dê ji bo rojnameger Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel ên li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, bihata kirin, asteng kirin

Midurê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavûzel, dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di ‘jêrzemînên wehşetê’ de hatibûn qetilkirin. Polîsan, bîranîna ku dê îro li ser gorên wan ên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bihat kirin, asteng kirin.

Beriya saeta bîranînê Goristana Malbatê ya Pirsûsê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Dema ku malbata Aktaş û Yavûzel, rêveberên Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) û HDP’î hatin goristanê, polîsan wan asteng kir û bi hinceta qedexeya Walîtiya Rihayê destûr neda ku derbasî goristanê bibin.

‘Bila ev bibe şerma kesên ku me asteng dikin’

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Li vir sûc tê kirin. Li tu dera dinyayê pêkanîneke bi vî rengî nîne. Destûr nadin ku em serdana goristana kesên ku li jêrzemînan bi awayekî hovane hatin qetilkirin, bikin.”

Piştî nîqaşa ku hat kirin polîsan gotin ku wê tenê destûr bidin Surucu û dayika Aktaş Melîha Aktaş. Melîha Aktaş, li dijî vê derket û diyar ku dê tena serê xwe neçe ser gora kurê xwe û ev tişt anî ziman: “Ez bi tena serê xwe nikarim vê êşê hilbigirim. Bila ev jî bibe şerma kesên ku me asteng kirin.”

Ji ber astengkirin polîsan li ber goristanê daxuyanî dan. Surucu, di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anîn ziman: “Beriya 5 salan li jêrzemînên Cizîrê di seriya 100 kesî de ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Li gel ku di ser 5 sal derbas bûye jî hesabê vê nedane. Îro malbat dixwazin biçin ser gora zarokên xwe, lê li pêşiya me barîkatan danîne û me asteng dikin. Em vê nêzikbûnê şermezar dikin.”

50 sal derbas bibe jî

Piştî Surucu, rêveberê DFG’ê Zeynel Bûlût jî axaftinek kir û ev tişt gotin: “Dibe ku îro destûr nedin lê 50 sal derbas bibe jî em ê vê têkoşînê bişopînin. Em hevalên xwe bi bîr tînin û diyar dikin ku em têkoşîna wan bişopînin.”

Piştî daxuyaniyê girse derbasî mala malbata Aktaş bû. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar