Li Gebzeyê polîsan carek din mudaxeleyî çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan kir. Malbatan jî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ bersiv dan mudaxeleya polîsan
Malbatên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji 9’ê nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di çalakiya nobetê de ne. Malbatan di roja 11’emîn de jî çûn ber girtîgehê û polîsan xwest çalakiyê asteng bikin. Malbatan bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ çalakiya xwe domandin û demek li vir çalakiya rûniştinê li dar xist û pişt re polîsan xwest çalakiya xwe bi dawî bikin.
Malbatan diyar kir ku ew mafên xwe yê demokratîk bi kar tînin û dê çalakiya xwe dewam bikin. Polîsan bi ava şid a TOMA’yê mudaxeleyî çalakiya malbatan kirin. Malbatan bi dirûşm, çepik û lîlandinê bersivê da mudaxeleyê û belavî kolanên derdorê bûn. Malbatan kêliyek li vir bendemayîna xwe domandin û diyar kirin ku dê sibê jî çalakiya xwe dewam bikin. STENBOL