Polîsan cenazeyê girtiya siyasî Ayten Beçet ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, beriya malbatê wê revand
Girtiya siyasî Ayten Beçet ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Beçet piştre jî rakirin Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna ya Stenbolê.
Malbata Ayten Beçet ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe, ji Dîlokê ber bi Stenbolê ve ketin rê. Lê li gorî agahiyên dawî, polîsan bêyî ku agahî bidin malbatê cenazeyê Beçet revand û ji bo ku li Dîlokê veşêrin, birin. STENBOL