Navenda Nûçeyan
Mahsûm Aslan ê HPG’î ku di sala 2018’an de li Dersimê di encama êrişeke hewayî ya artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dabû cenazeyê wî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erzînganê ve ji Miduriyeta Polisan a Erxenê re bi kargoyê hatibû şandin. Daxuyaniya ku MEBYA-DER’ê xwest ji bo vê rewşê li Amedê bide ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Rêveberên DBP û HDP’ê yên Amedê, rêveberên MED TÛHAD-FED û TÛAY-DER’ê û aktîvîstên TJA’yê jî tev li daxuyaniya ku hat xwestin li ber biryardariya Mafê Mirovan a li Parqa Koşûyolûyê bê dayîn bûn.
Polisan derdora girseya ku li ber biryardariyê kom bû girt û wan dorpeç kir û mudaxeleyê daxuyaniyê kirin. Li ser vê komê astgengiya polisan bi çalakiya rûniştinê şermezar kir.