Parêzerên endamên OHD û ÎHD’ê yên xwestin li dijî tecrîdê li ber Dadgeha Mêrsînê daxuyanî bidin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Mêrsînê xwestin derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Dadgeha Mêrsînê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Polîsan bi hinceta “fermana dozgeriyê heye” daxuyaniya parêzeran asteng kirin.
Li ser vê yekê parêzeran li baxçeyê dadgehê bi çalakiya rûniştinê rewşê şermezar kirin. Parêzer Mehmet Altundaş di kêliya çalakiyê de axivî û bertek nîşanî helwesta polîsan da.
Parêzer piştî çalakiya rûniştinê bi lêdana çepikan astengiya polîsan şermezar kirin û ji ber dadgehê veqetiyan. MÊRSÎN