Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Polîsan destûr nedan nimêja cenaze bê kirin

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Halîme Gunduz a 3 sal berê li Dersimê şehîd bûbû û li Goristana Bêkesan hatibû veşartin, hat wergirtin. Polîsên rejîma AKP/MHP’ê  destûr neda ku cenaze bibin mizgeftê û nimêja cenaze bê kirin

Gerîlaya HPG’ê Halîme Gunduz (Bêrîvan Arjîn) di mijdara 2016’an de li Dersimê di pevçûnekê de şehîd bûbû. Polîsan cenazeyê Gunduz li Goristana Bêkesan a Meletiyê veşartibû. Malbata Gunduz ji bo wergirtina cenaze testa DNA’yê da Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Nimûneya xwînê ya DNA’yê piştî 2 salan bi encam bû. Li ser vê yekê malbat çû Meletiyê û cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan wergirt. Malbatê cenaze anî Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezana Amedê û bi şev di dorpêça polîsan de veşart.

Destûr nedan nimêja cenaze

Polîsên rejîma AKP/MHP’ê ya ji mirovahiyê bêpar bi maşîneyên zirxî goristan dorpêç kirin. Polîsan ji bilî 15 kesên xizmên Gunduz destûr neda merasîma cenaze li dar bixin. Malbatê xwest cenaze bibin mizgefta goristanê û nimêja cenaze bikin lê polîsan bi heman helwesta faşîzan destûr neda ku malbat nimaja cenaze jî bikin û ew asteng kirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî di demên dawî de polîsên rejîma AKP/MHP’ê destûr nedan ku tu cenazeyê endamê PKK’ê û gerîlayên HPG’ê bi li gorî vecîbeyên olî bên definkirin.

Serdanên sersaxiyê ya Gunduz li Mala Şînê ya Farqîniyan tê qebûlkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar