Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya grevên birçîbûnê ya ku girtiyan ji bo bi dawîkirin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpê kirin, xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê polîsan mudaxêleyî daxuyaniyê kirin.
Polîsan di mudaxêleyê de, gelek kes bi lêdanê binçav kirin. Daxuyanî wê li Opera Sureyya ya li navçeya Kadikoyê bihatiba lidarxistin. Polîsan berî daxuyaniyê bi seatan derdora operayê girtin. Piştî girse ket qadê, polîsan êrîş kir û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.
Hat diyar kirin ku polîsan destûr nedan ku rojnameger bikevin qadê û Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Sezaî Temellî jî derp kirin û şêwirmendê wî binçav kirin.