Polîsan Emîne Şenyaşar a ku AKP’îyan hevjîn û 2 kurê wê kuştibûn û ji ber vê yekê li ber Edliyeya Rihayê nobeta ‘Edaletê’ digirt, binçav kirin.
Emîne Şenyaşar a hevjînê wê Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wê Adil û Celal Şenyaşar, di êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de berî hilbijartina 24’ê Hezîranê hatin kuştin, 7 roj in li pêş Edliyeya Rihayê nobeta ‘Edaletê’ digire. Polîsan di roja 7’an de Emîne Şenyaşar binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, ji bo Şenyaşar wiha got: “Li ser îdeayekê ew binçav kirine, ez ê şopdarê wê bim.”
Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar ku di êrîşa AKP’îyan de birîndar bûbû jî çalakiya “Edaletê” berdewam dike. RIHA