Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer werin darizandin xwestin di hefteya 800’î de biçin Meydana Galatasarayê. Polîsan carek din pêşiya Dayikên Şemiyê girt û destûr nedan. Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî piştgirî dan dayikan. Li ser astengiyê Dayikên Şemiyê û beşdar li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn. Kêliyek di navbera beşdarên çalakiyê û polîsan de gengeşe qewimî. Lê polîsan bi bariyer û mertalan pêşiya dayikan girt û destûr neda biçin Meydanê û êrîş birin ser Dayikên Şemiyê. Di êrîşên polîsan de ji xizmên windayan Masîde Ocak, Hasan Karakoç û Yaşar Aktaş bi lêdanê hatin binçavkirin. STENBOL