Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan êrîşê meşa KHK’iyan kir

Cemal Yildirim û Muhammet Semîh Karaoglû yên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji karên xwe hatin îxrackirin û piştevanê wan Resûl Kalyoncû ji bo mafên xwe ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve meş li dar xistibûn û meşa wan îro li Enqereyê bi dawî bû. Meşvan û piştevanên wan li Kolana Sakarya ya Enqereyê kom bûn û xwestin bi daxuyaniyekê dawî li meşa xwe bînin. Polîsan çalakgeran dorpêç kir û bi hinceta ‘destûra walîtiyê nîne’ destûr neda daxuyaniyê. Piştî rageşiyê polîsan mudaxileyî wan kir, li welatiyan da û ew binçav kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû bertek nîşanî mudaxeleya polîsan da û got ku ew mexdûr li dijî zilma KHK’iyan meşiyan, îktîdar wê nikaribe bi vê helwestê wan asteng bike û dixwazin bi awayî zilma KHK’iyan bidomînin. Gergerlîoglû da zanîn ku çalakiyek aştiyane hat astengkirin û ev nayê qebûlkirin.

Welatiyên derdorê jî bertek nîşanî mudaxeleya polîsan dan û gotin ‘Êdî bes e. Bila yên binçavkirî werin berdan.’ Polîsan mduaxeleyî welatiyan jî kir û gefa binçavkirinê li wan xwar. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar