Di savelgera Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de ku bi hevkariya dewleta tirk û DAIŞ’ê 104 kes hatin kuştin, li ber Gar a Enqereyê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Lê belê polîsan xwestin asteng bikin. Li dijî çalakiya ku dê saet di 10:04 de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê bikira, pêşiya Gar a Enqereyê ji aliyê bi sedan polîsî ve hate dorpêçkirin.
Polîsên ku lîsteyek di destê wan de bû, gotin ku ji bilî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, dê destûrê nedin kesekî din li ber Gar a Enqereyê li hev bicive. Koma ji 30 kesî li ber vê yekê rabû û xwest xwe bigihîne Xaçerêya Ûlaştirma. Polîsan êrîş birin ser komê û gelek kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin. ENQERE