Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan êrîşî çalakiya jinan kir: 13 jin hatin binçavkirin

Li Semta Ofîsê ya Amedê 13 jinên xwestin ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven ‘çalakiya rawestandinê’ pêk bînin rastî, mudaxeleya polîsan hatin û 13 jin bi derbkirinê hatin binçavkirin

Li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê 13 jin hatin ba hev û bi armanca destekdayîna hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 133 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, çalakiya rawestandinê li dar xistin. Jinên ku fularên wêneyê Leyla Guven li ser xistin stûyê xwe kirin û demek li ser kolanê rawestiyan. Lê polîsan jinan dorpêç kir û jinên ku di çalakiya xwe israr kirin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Hevseroka DBP’a Amedê Rewşen Karademîr, hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Demekt Ozkaran, hevseroka HDP’a Sûrê Sevîm Coşkun, endama Meclisa HDP’ê Nevriye Çur, aktîvîstên TJA’yê Safiye Akdag, Remziye Sizici, Ronda Bat, Halîme Akyol, Leyla Înal, Ayten Aytîn û Ayfer Bakir di nav de 13 jin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin.

Dema polîsan jinan binçav kir mertalên xwe bilind kirin û nehiştin kêliyê binçavkirinê ji aliyê rojnamegeran ve bê kişandin.

Di vê kêliyê de parlamenterê HDP’ê ya Amedê Musa Farîsogullari hat Kolana Hunerê û bertek nîşanî polîsan da.

Jinên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar