Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Polîsan êrîşî dayikan kir û gef lê xwarin

Malbatên girtiyan li Wan û Agiriyê çalakî li dar xist. Di çalakiya li Wanê de polîsan êrîş kir û 4 kes binçav kirin. Dayikan bang li hikûmetê kir ku di zûtirin dem de dawî li tecrîdê bînin û rê li ber mirina zarokên wan bigirin

Dayik û malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê de, rojane ji bo ku balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe li gelek navendên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li qadan çalakiyan li dar dixin. Dayik tevî ku rastî êrîş û zextên polîsan tên jî bi israr li ber xwe didin û banga pêşîlêgirtina mirinan li rayedarên dewletê dikin.

Bi vê boneyê li Wanê jî endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên bajar xwestin li parqa ku li ser Kolana Mîllî Egemenlîkê ye, çalakiya rûniştinê pêk bînin. Lê polîsan tehemûla çalakiya dayikan nekir û êrîş kir. Di encama êrîşa polîsan de hevserokê DBP’ê yê bajar Okkeş Kava û rêvebirên bajar Seyît Kiliç, Selahattîn Genco û kesekî ku navê wî nehate zanîn, hatin binçavkirin. Polîsan her wiha gef li dayikan xwar û tiliyên xwe dirêjî dayikan kir. Polîsan nehişt ku rojnameger dîmenan bikişînin.

Malbatan xwest tecrîd bi dawî bibe

Malbatên girtiyan û Dayikên Laçik Spî yên Agiriyê jî bi heman armancê, bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê Mensur Işik û Şevîn Coşkun, li pêş Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de malbatan xwest ku di zûtirin dem de tecrîd bi dawî bibe.

Li Patnosê çalakî

Di daxuyaniyê de dayika girtiyê bi navê Muzaffer Guler ku ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Patnosê di greva birçîbûnê de ye, Adîle Guler bang li hikûmet û wezîrê dadê kir ku tecrîdê bi dawî bikin û wiha dom kir: “Em ne ji bo şer, ji bo aştiyê li vir in. Zarokên me li pêş çavên me dihelin. Ji bo ku em rê li ber vê bigirin, em li vir in.” Parlamenter Işik jî got ku çûna parêzeran a Îmraliyê gavekî erênî ye û hêviya wan mezin kiriye. Işik bang li hikûmetê kir ku li gorî zagonên xwe tevbigere. Daxuyanî bi tilîli û çepikan bi dawî bû. WAN-AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar