Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê xwest têkildarî geşedanên li başûrê Kurdistanê û girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Meydana Metroyê ya Aksaraya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê û şermezar bike. Beriya daxuyaniyê polîsan meydanê dorpêç kir. Tevî dorpêçê jî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek rêveber û endamên HDP û DBP’ê hatin meydanê.
Polîsan ji girseyê re ragihand ku Qeymeqamiya Fatîha Stenbolê daxuyaniyê qedexe kiriye û ji ber vê yekê ew ê destûr nedin daxuyaniyê. DBP û HDP’iyan diyar kir ku ew mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin û dê daxuyanî bidin.
Nîqaşên navbera girseyê û polîsan demek dom kir. Pişt re polîsan êrîşî girseyê kir û hevserokên HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci jî di nav de gelek kes binçav kirin. STENBOL