Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Polîsan êrîşî merasîma cenazeyê Bolek kir

Endama koma Grup Yorumê Helîn Bolek duh di roja 288’emîn a çalakiya xwe ya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo definkirina cenazeyê Bolek îro gelek kes kom bûn û xwestin cenaze oxir bikin. Di vê çarçoveyê de gelek kes di saetên serê sibehê de cenazeyê Bolek ji ‘Mala Berxwedanê’ ya li taxa Armutlu ya navçeya Sariyer a Stenbolê hate derxistin û ber bi Mala Cemê ya li navçeya Okmeydaniyê ve birin. Lê li Çerxerêya Nûrtepeyê pêşî li girseyê hate girtin.

Li kolana Sîlahtaragayê ajokarê wesayîta ku cenaze dibir û ajokarê wesayîta ku malbata Bolek dibir ji, hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan xwest ku cenaze nebin Mala Cemê û girse ber bi  Goristana Ferîkoyê ve biçe. Li Okmeydaniyê jî ji saetên serê sibehê ve hemû rêyên ku diçin Mala Cemê û Navenda Çandê ya Îdîlê ji hêla polîsan ve hatibûn girtin. Tevî vê astengiyê jî bi sedan kesan xwe gihand Mala Cemê û bi dirûşman bertek nîşanî dorpêça polîsan dan. Girseyê stranên Grup Yorumê gotin û dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Şehîd Helîk Bolek nemir e’, ‘Berxwedana meya rojiya mirinê rûmet me ye’ û ‘Kilam bêdeng nabin û govend didomin’ berz kirin.

Demek piştre polîsan careke din pêşî li girseya ku dixwest biçe Goristana Ferîkoyê girt. Li dijî vê astengiyê jî girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Polîsan mudaxaleyê girseyê kir û hejmareke zêde ya welatiyan derbkirin û binçav kirin. Tevî hemû astengiyan jî cenazeyê Bolek ber bi Goristana Ferîkoyê ve derket rê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar