Li Stenbolê polîsan li kolana Îstîklarê ya Taksîmê bi gaz û mermiyên plastîk êrîşî ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ kirin
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinan xwestin li Kolana Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê, cara 17’emîn ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ li dar bixin. Beriya meşê hemû kolanên Taksîmê ji aliyê polîsan hatin girtin.
Jinan barîkatên polîsan derbas kirin û li pêşiya avahiya Konsolosxaneya Fransayê kom bûn. Piştî demekê polîsan li vir bi tundî êrîşî jinan kir. Di êrîşa polîsan de mermiyên plastîk û gaz hat bikar anîn. Jin li kûçeyên derdora kolana Îstîklalê belav bûn û çalakiyên xwe didomînin. STENBOL