Polîsan li navçeya Kadikoy ya Stenbolê êrîşî stanta xebatên hilbijatinê ya HDP’ê kirin û 5 kes binçav kirin
HDP’ê di çarçoveya xebaten hilbijartinê de li Qada Îskele ya Kadikoyê standa hilbijartine vekir. Piştî HDP’iyan stand vekirin polîsan mudaxaleyî standê kir û 5 kes binçavkirin.
Polîsan ewil bêyî hincet nîşan bidin xwest startê rakin. Lê piştî niqaşan polîsan bêyî hincet stand rakir û 5 kes binçavkirin. Polîsan 5 endamên HDP’ê piştî binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Kadikoyê.
Polîsan duh jî li stenbolê bi ser gelek malan de girtibû û gelek kes binçav kiribûn. Kesên dun hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Kesên ku hatin binçavkiri û navê wan zelal bû wiha ne: Bariş Balikçi, Murat Aksak, Bariş Arslan, Dersim Cesur, Sidar Cesur, Omer Kahraman. STENBOL