Welatiyê bi navê Medenî Çeken ê diyar kir ku li Şaxa Miduriyeta Polîsan a Dij Terorê (TEM) a Navçeya Kartala Stenbolê polîsan gef lê xwariye û sîxuriyê lê ferz kirine. Çeken ji ber vê yekê serî li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê da û daxuyanî da. Rêveberên ÎHD, HDP, ANYAKAY-DER û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Çeken diyar kir ku lawê wî Bûrak Çeken di 14’ê cotmeha 2019’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yekê polîs lê geriyane û jê xwestine biçe qereqolê û got ku ew çûye qereqolê û derbarê lawê wî de pirs jê kirine û agahî jê wergirtine.
Çeken anî ziman ku polîsan jê xwestiye ji bo wan bibe alîkar û lê ferzkirina alîkariyê red kiriye û diyar kir ku pişt re polîsan sîxûriya ji bo nav HDP’ê bike lê ferz kirine û gefên kuştinê lê xwarine.
Her wiha Çeken got ku polîs hêj bi telefonê lê digerin û gefan lê dixwin. STENBOL