Polîsan li Amedê gef li nûçegihana JinNewsê Gulistan Azak xwar. Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut ku mudaxaleyî rewşê kir, ji hêla polîsan ve hate dehfkirin
Namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Rezan a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zubeyde Zumrut li Dibistana Alî Kuşçu ya Rezanê dengê xwe da. Nuçegihana JinNewsê Gulîstan Azak dema Zubeyde Zumrut dişopand, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û polîsan gef li Azak xwar.
Hat zanîn ku polîsan gefa; ‘Tu terorîstî û ji vir here’ li rojnameger Azak xwar. Li ser vê yekê jî Zubeyde Zumrut bertek nîşanî polîsan da. Di dema axaftina Zumrut de polîsan mudaxale kir û Zumrut dehf kir. AMED