Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan gefa ‘Em ê hestiyên birayê te bi postayê bişînin’ xwarin

Di 24’ê nîsanê de polîsên dewleta tirk li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi ser mala Abdullah Solmaz de girt û Solmaz binçav kir. Di heman rojê de Solmaz li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê îfade da û hate berdan. Solmaz qala kêliyên binçavkirin û îfadedayîna xwe kir.

Abdullah Solmaz anî ziman ku bi îdiaya ‘Te dîmenên emniyet û noqteyên kontrolê yên polîsan kişandine û te li wir keşf kiriye’ hatiye binçavkirin. Solmaz got: “Dema ku ez binçavkirim, li min xistin. Di dema serdegirtina malê de polîsan deriyê malê şikand û mal serûbin kir. Polîsan tundî li me kir. Heta li dayika min a 70 salî ku emeliyat bûbû jî tundî kirin. Yekemîn care rastî tiştekî wiha têm. Li nexweşxaneyê rapora derbkirinê nedan min. Li nexweşxaneyê jî polîsan tundî li min kir. Ez ji Dêrikê bi helîkoptêrê birim Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.”

Gefa dubarekirina wehşetê

Bi domdarî jî Solmaz ev tişt anî ziman: “Polîsan li emniyetê îdiayên bêbingeh li min kirin. Di kêliya darizandinê de polîsan cenazeyê birayê min ê di sala 2006’an de li naf refên HPG’ê şehîd bûye nîşanî min dan. Pirsa çawaniya wergirtina cenazeyê ji min kirin. Min got me hêj wernegirtiye. Polîsan ji min re got; ‘Ew jina ku me hestiyên kurê wê bi postaxanyê jê re şandibûn te bihîstiye. Te dît me hestî çawa jê re şandin. Di her kêliyê de dibe ku heman tişt bi serê we jî bê.’ Bi van gotinan gef li min xwarin.”

Polîsan tiştên malbatê dizîn

Solmaz da zanîn ku piştî hatiye berdan ji bo raporkirina tundiya li wî û dayika wî hatiye kirin çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê. Solmaz diyar kir ku dê giliyê polîsan bike û got: “Piştî serdegirtina malê hin kelûpelên zînet ên mala me winda bûne.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar