Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Polîsan hatibû me qetil bikin’

Parlementerê HDP’ê Mûsa Farisogûllari bal kişand ser êrîşa polîsan a duh û got ku polîs hatibûn wan qetil bikin. Farisogûllari diyar kir ku ew dikarin bi hevgirtinê zilmê bisekininîn

Parlementer û rêveberên HDP’ê derbarê êrîşa polîsan a li dijî avahiya HDP’ê ya bajêr a Amedê, îro daxuyanî dan. Li ser navê heyetê parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku armanca vê êrîşê qetilkirina hevalên wan bû.

Farisogûllari di axaftina xwe de wiha got: “Derî, pace û camên partiya me şikandin û ketin hundir. Qaşo li hundir kesên sûcdar hene. Lê ev kesên ku qaşo sûcdar in, hevalên me ne û çend roj berê hatibûn binçavkirin. Van hevalên me çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê di nezaretxaneyê de jî domandin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya parlementera me Leyla Guven di roja 122’yan de didome. Çalakiya Nasir Yagiz li Hewlêrê di roja 109’î de ye. Li girtîgehan jî grevên birçîbûnê di roja 84’an de didome. Di 1’ê adarê de li hemû girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û bi deh hezaran kes ketine greva birçîbûnê.”

Farisogûllari di berdewamî ev tişt anî ziman: “Duh bi hezaran polîsan dora avahiya me ya partiyê girtin. Ez vêya zelal û aşkera dibêjim, duh ji bo qetilkirinê hatin êrîşî me kirin. Duh polîsan em parlementer jî lînc kirin. Wekî dagirkeriya Moxolan êrîşî hevalên me kirin û ew binçavkirin. Divê ev yek baş were zanîn, bi çekan û bi rûpoşên û bi polîsên robokop êrîşî me kirin. Em vê êrîş û helwesta polîsan şermezar dikin. Em bang li gelê xwe dikin li dijî van êrîşan piştgiriya hev bikin. Kî li ku derê be, bila nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Êdî dem hatiye ku em ji van êrîşan re bibêjin êdî bes e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar