Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Polîsan heqaret li dayikan kir û bi erdê re kaş kirin

Polîsên dewleta tirk careke din êrîşî dayikên ku ji bo bal kişandina ser rewşa zarokên xwe li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakî li dar xistin, kir. Di êrîşê de dayik bi erdê re hatin kaş kirin û heqaret lê hat kirin. Dayikeka ku ji ber êrîşê bi ser hişê xwe çûy, rakirin nexweşxaneyê

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de, ji bo piştgiriya bi berxwedana zarokên xwe re û bal kişandina ser rewşa wan, ji 9’ê nîsanê ve li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiyê li dar dixin. Di roja 19’emîn a çalakiyê de jî dayik li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebzeyê kom bûn û ber bi girtîgehê ve bi rê ketin.  Dayikên ku li nêzî girtîgehê ji wesayîtên xwe peya bûn, ber bi girtîgehê ve meşiyan.

Demek piştre polîsan rê li ber dayikan girt. Li ser vê yekê dayik ketin kolanan û di kolanên cuda de ber bi girtîgehê ve meşiyan û li ber girtîgehê kom bûn.Polîsan ku li ber girtîgehê dayik dorpêç kirin, hinceta qedeya walîtiyê dubare kirin. Malbatan jî destnîşan kir ku ew ji bo ku dengê zarokên xwe bidin bihîstin hatine ber girtîgehê. Tevî  hemû zextan jî malbatan dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kir.

Dayik bi ser hişê xwe çû

Polîsên dewleta tirk demek piştre êrîşî malbatên girtiyan kir, dayikên temen mezin bi erdê re kaş kirin û ji ber girtîgehê dûr xistin. Di dema êrîşê de dayika bi navê Fehîme Ekmez, bi ser hişê xwe de çû. Dayika Fehîma ji hêla kesên li derdorê rakirin nexweşxaneyê.

‘Ma hûn ji xwe şerm nakin?’

Malbatan bertek nîşanî polîsan dan û wiha qîr kir: “Qey di dilê we de rehim nîne? Ma hûn ji xwe şerim nakin ku vê mûameleyê li hemberî me dikin?” Di dema êrîşê de polîsekî heqaret li dayikan kir û got; ‘rabin keçno rabin.’ Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz jî parêzer Firat Vûral jî ji polîsan re got ku sûc dikin.

Hat diyar kirin ku rewşa Fehîme Ekmez a li qadê ji ser hişê xwe çû başe. KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar