Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan heqaretên giran li Dayika Aştiyê kirin

Dayika Aştiyê Kewê Işik diyar kir ku di dema serdegirtina malê de polîsan heqaretên giran li wê kir, di derenceyan de daf dan û zilmeke mezin bi serê wê anî. Dayika Kewê wiha dibêje: “Pora min kaş kirin, zarokên min tirsiyan. Çek xistin serê min. Mal veguherandin qereqolê. Ev ne çare ne.”

Li Wanê di 1’ê Mijdarê de 15 jinên siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Yek ji van jinan jî Dayika Aştiyê Kewê Işik a 65 salî bû. Dayika Kewê bi şertê kontrola edlî hate berdan. Dayika Kewê têkildarî pêvajoya binçavkirina xwe ji MA’yê bi Ayşe Surme re axivî.

Dayika Kewê diyar kir ku polîsan di şeveqa sibehê de bi hişkî li deriyê wan da û wiha got: “Me qot qey erdhej çêbû. Bûka min got polîs li derî didin. Min derî vekir. 10 polîsan bi hev re gotin ‘xwe biavêje erdê’ bi ser min ve hatin. Min got ez dayikek im lê guh nedan. Gotin ‘dengê xwe dernexe û xwe dirêj bike.’ Lê min israr kir ku xwe li erdê dirêj nakim. Wê demê ez di derencan de avêtim xwarê û ez ketim. Serê min gelek êşiya.”

‘Heqaretên giran li me kirin’

Di berdewamê de jî Dayika Kewê diyar kir ku wê sedema êrîşê pirsiyaye û ev agahî dan: “Li ser vê yekê jî polîsekê ji piştve stûyê min girt û xistim odeyê. Heqaretên giran li me kirin. Wêneyê lawikê min ê daliqandî nîşan didan û heqaret lê dikirin û dijûn digotin. Ji min re digotin ‘hiş be em dengê te nebihîzin.’ Ez û bûka min dan dîwar û em sekinandin. Mala me serûbin kirin. Piştî lêgerînê bi milên min girtin û xistin wesayîtê. Edîbe Babûr anîn kêleka min. Di wesayîtê de heqaret li me dikirin.”

Dayika Kewê destnîşan kir ku nexweşiyên weke bêhntengî, guatr û astimê jî 4 rojan li emniyetê hatiye sekinandin û wiha bi dawî kir: “Roja ewil kutilk dan me. Em hemû jehrî bûn û nexweş ketin. Em rakirin nexweşxaneyê. Lê beriya ku me derman bikin, ji ber deriyê nexweşxaneyê vegerandin. Ez bi salan e ji bo aştiyê dixebitim. Lê ez weke ‘endama rêxistinê’ nîşan dame. Ez dayikeke 65 salî me. Çeka çi, rêxistina çi? Min ji bo aştiyê tişta ku dikeve ser milê min, kir. Kuştin, zilm, heqaret ne çare ye. Pora min kaş kirin, zarokên min tirsiyan. Çek xistin serê min. Mal veguherandin qereqolê. Ev ne çare ne. Em ê van zextan ji bîr nekin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar