PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Polîsan îşkence lê kir gef lê xwerin û sîxûrî lê ferz kirin

Li Amedê malbetekê bi kêrê êrîşî Zelîha Barîn kir. Polîsan Barîn binçav kir. Barîn diyar kir ku polîsan tundiya fizîkî li ser wê pêk anîne û li emniyetê sîxûriyê lê ferz kirine

Li Amedê di 15’ê tîrmehê de malbetek bi angaşta Zelîha Barîn (25) “zarokê wan şandiye çiyê” bi kêran êrîşî wê dike û ew sivîk birîndar dibe. Malbat bangî polîsan dike û polîs diçin cihê bûyerê û Barîn binçav dikin. Barîn diyar kir ku dema polîsan wê birine karakolê lê dane û gefên kuştinê lê xwarine û piştî birine emniyetê jî sîxûrî lê ferz kirine.
Barîn da zanîn ku Remziye K. û xizmên wê bi angaşta “kurê wan biriye çiyê” wê kêr kirine û wiha got: “Malbat li polîsan geriya. Gotin ‘werin me terorîst girtiye.’ Pişt re polîs hatin û min binçav kirin.” Barîn wiha behsa bûyerê kir: “Remziye K. û xizmên xwe bi kêran êrîşî min kirin. Ez sivik birîndar bûm. Bi angaşta min kurê wan şandiye çiyê min tewanbar dikirin. Jixwe piştî êrîşî min kirin bangî polîsan jî kirin û hatin min binçav kirin. Polîsan hem li min da û hem jî gefên kuştinê li min xwarin. Tiştên eleqeya min pê re tune bû polîsan ji min pirs dikir. Digotin ‘te heta niha çend zarokan biriye çiyê.’ Te wan bir Licê an jî Pîranê?”
‘Polîsan sîxûrî li min ferz kir’
Barîn da zanîn ku dema binçavkirinê polîsan gefên kuştinê yên giran lê xwarine û wiha got: “Polîsan digotin ‘em ê te bibin ser rêya Erxeniyê û berdin serê te.’ Min sûcdariya wan qebûl nekir. Min birin nexweşxaneyê lê li gorî daxwaza xwe rapor amade kirin. Polîsan dema min ji Qerekola Polîsan a Huzurevlerî birin Şaxa TEM’ê ya Emniyetê sîxûrî li min ferz kirin. Polîsan got, ‘tu ji me re bibî alîkar em ê jî ji te re bibin alîkar.’ Lê min bi wan re sohbet nekir.”
Barîn destnîşan kir ku malbata ku angaşt dikir zarokên wan A.K. “min şandiye çiyê” lê li malê derket û ew neçûye serê çiya. Barîn da zanîn ku piştî binçavkirinê dadgehê wê bi şertê kontrola edlî berdaye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar