Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Polîsan îşkence li malbatekê kir û gefên kuştinê li wan xwar

Ferdên malbata Korkmaz ê di 6’ê tebaxê de ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin diyar kirin ku polîsan dema bi ser kargeha wan de girtiye bi lêdanê îşkence li wan kiriye û gefên kuştinê li wan xwarine

Li taxa Gulbahçeyê ya navçeya Seyhana Edeneyê di 6’ê tebaxê de polîsan bi ser kargeha malbata Korkmaz ve girtin. Nîhat Mustafa, Ramazan, Refîk û Serdar Korkmaz ê polîsan wan binçav kir diyar kirin ku polîsan îşkence li wan kiriye. Ferdên malbatê gotin piştî polîsan bi îdiaya “li dijî polîsan derketine” îfadeyê wan hatine girtin û piştre berdane.

Ferdên malbatê rapora polîsan li wan daye wergirtine û çûn Serdozgeriya Komarê û giliyê polîsan kirin û her wiha daxwaznameyek têkildarî polîsan ji Wezareta Karê Hundir re şandin. Ferdên malbatê gotin polîsan li gel îşkenceyê gefên kuştinê li wan xwariye.

Di dîmenan de tê xuyakirin

Di dîmenên kameraya ewlehiyê ya kargeha malbatê de tê dîtin komek polîs bi ser kargehê ve digirin, Ramazan Korkmaz li gel xwe dibin qadek vala. Di dîmen de tê dîtin di wê kêliyê de welatî li derdorê kom dibin û kuçikê polîsan êrîşî wan dike. Di dîmenek din de polîs di tariya şevê de li qadê lêgerînê pêk tîne. Tevî ku di ser bûyerê de 3 roj derbas bûn jî şopên îşkenceya li ser ferdên malbatê tên xuyakirin. Ferdên malbatê tiştên hatin serê wan vegotin.

‘Bernedin hewa berdin serê wan’

Ramazan Korkmaz diyar kir ku polîsan wî biriye cihek tarî lê dane û wiha got: “Me ji paş ve kelepçe kirin û li erdê dirêj kirin. Kuçikê polîsan êrîşî birayê min kir. Polîsan digot ‘Atak êrîş bike.’ Kuçik lingê min birîndar kirin. Polîsan ji me re got ‘tiryakê bidin me. Tiryakê bidin, heke hûn nedin em ê we bikujin. Guleyan bernedin hewa, berê serê wan bidin.’ Dema bavê min li gel polîsan hat qereqolê, polîsan çeke xwe bi kêleka xwe ve daliqand. Saetekê li gel kuçik lêgerîn kirin lê tiştek nedîtin. Li ser îxbarek bêbinî hatibûn. Gule berdidan hewa. Di maşîneyên xwe de jî li me dan. Xwestin em dest ji gilîkirinê berdin. Lê me dest ji gilîkirina xwe berneda.”

‘Îşkenceya giran li me kirin’

Serdar Korkmaz jî anî ziman ku piştî agahî dane wî ew çûye cihê kar û wiha got: “Polîsan heqaretên giran li me kirin. Bi qûndaxên çekan li me didan. Çar pênc polîsan me diavêt erdê û îşkence li me dikirin. Destên me kelepçe kirin û gaza îsotê reşandin çavên me û li me dan. Tiştekî nedîtin. Gule direşandin. Berê çekên xwe didan serê me û digotin ‘berê serê wan bidin.’ Polîs devê min qelaşt. Di maşîneyê de polîsan ji min re got ‘Em ê nihat we bibin cihek kamera lê heye. Bêjin ku me sûc kiriye. Tiştên ji te re dibêjim bêje.’ Me li pêşberî kameraya tiştên hatine serê me vegot. Ez di nava xwînê de mam. Polîs ji min re got ‘Ha ji te re vê îmze bike, kaxezê derketina te ye. Lezgîn vêya îmze bike em ê te berdin.’  Sê çar kexezan tije kirin ku va em karê tiryakê dikin. Digotin ku birayê min karê tiryakê dike û ji hepsê derketiye. Derewan dikin. Birayê min 15 sal berê çûye Stenbolê û li wir dixebite. Min îfadeyên wan qebûl nekir. Polîs hatin ser me paqij kirin. Cixare dan min. Polîs li ser vê yekê, ser wê îfadeyê reş kir. Ji me xwestin ku em bêjin polîs bêsûc in. Lê me vêya qebûl nekir. Xwestin kumpasê li me bikin. Komîser ji min re got ‘Ez kîloyek deynim wir û te bixapînim. Tiştên wisa neke. Tu me nas nakî.’ Li nexweşxaneyê ez di nava xwînê de bûm. Polîsan wezîfeya xebatkarên tenduristiyê asteng dikirin. Polîsan ji me re got ‘Heke hûn bibin dozdar wê serê we bikeve belayê. Dest jê berdin û ser meseleyê bigirin.’ Lê em ê dest ji vê meseleyê bernedin.”

Refîk Korkmaz jî got polîsan li ber çavê hevjîn, zarok û xizmên wî îşkenceyê lê kirine û polîsan îşkence li zarokên wî jî kirine û gefên înfazkirinê li wan xwarine. Korkmaz anî ziman ku wan giliyê polîsan kiriye û dê dest ji bûyerê bernedin. EDENE

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar