Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsan ji malbatên Cizîrê xwestin ku biçin ber avahiya HDP’ê

Hikûmeta AKP-MHP’ê hewldanên xwe yên ji bo krîmînalîzekirina HDP’ê didomîne. Di vê çarçoveyê de polîsan piştî Mêrdînê, niha jî li Cizîrê ji malbatên gerîlayan xwest ku biçin tev li çalakiya li ber avahiya HDP’ê ya Amedê bibin. Malbatên ku ev daxwaz red kirin ji polîsan re gotin ku çareserî ne di rûniştina li ber avahiya HDP’ê, di aştiyê de ye

Hikûmeta AKP-MHP’ê bi saya stratejiye bibandor a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di hilbijartinên 31’ê adarê û 23’yê hezîranê de, derbên giran xwar. Bi vê yekê re hema hema hemû qadên rantê yên desthilatdariyê ji destê wê hatin derxistin. Li ser vê yekê jî hikûmetê li dijî HDP’ê êrîşên piralî dan destpêkirin.

Desthilatiya AKP-MHP’ê ku hêdî hêdî gotinên weke ‘Divê HDP bê girtin’ bi derdorên weke Perînçek dide kirin, ji bo avakirina bingeha vê jî di nava hewldanên krîmînalîzekirina HDP’ê de ye. Di vê çarçoveyê de bi hincetên weke ‘Ji Qendîlê re pereyan dişînin’ dest danîn ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê. Li hêla din komeke ji malbatên ku îdia dikin ‘HDP’ê zarokên wan şandine çiyê’ li ber avahiya HDP’a Amedê kom kirin.

Lîstika qirêj

Balkêşe ku ev kesên li ber avahiya HDP’ê hatine berhevkirin, tevî ku rayedarên HDP’ê xwestin pê re hevdîtinê bikin jî qebûl nekirin. Li hêla din pêşniyara HDP’ê ya vexwendina van malbatan a meclisê di serî de ji hêla Erdogan, ji hêla malbatan ve hate redkirin. Ji malbatên hatine ber avahiya HDP’ê yek jê ji malbatên DAIŞ’iyan derket, zarokê malbatekê li Antalyayê derket, malbatekê lêborîn xwest û ji wir veqetiya, zarokê malbatekê li emniyetê derket û yê malbateka din jî li girtîgehê bû. Bi vê re diyar bû ku hatine malbatan a ber avahiya HDP’ê bi temamî lîstikeke plankirî ye.

Hewl didin malbatên bajarên din jî bînin Amedê

Destilatiya AKP-MHP’ê bi hemû hêza xwe ya çapemeniyê hewl dide vê bûyerê di rojevê de bihêle û gelek malbatan li wir kom bike. Lê di serî de li Amedê, tu malbatên gerîlayan guh nadin vê daxwaza AKP’ê. Ji bo ku hejmara malbatan li ber avahiya HDP’ê zêde bikin jî polîs li gelek bajaran ketine nava hewldanan. Yek ji van herêman jî Cizîre. Derket holê ku piştî Mêrdînê, polîsan niha jî li Cizîr a Şirnexê ji malbatan xwest ku biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê û tev li malbatên din bibin.

Malbatan bersiv da

Hat zanîn ku çend roj berê polîsên sivîl çûn malên malbatên ku zarokên wan tev li PKK’ê bûne. Li gorî agahiyên malbatan, polîsan ji wan re wiha got: “Hûn jî tev li çalakiyê bibin. Ger hûn biçin wir, hemû mesrefên we em ê bidin. Hewceyî bi çi hebe em ê bikin. Em ê kar jî bidin we.” Malbatan da zanîn ku wan daxwaza polîsan red kiriye û ji wan re gotine ku çareserî rûniştina li ber avahiya HDP’ê nîne, bi aştiyê heye. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar