Saadet Ozen a nexweşa penceşêrê (73) ku ji bo tedawiyê ji gundê Qizler ê girêdayî navçeya Dêrîka Mêrdînê diçû Îzmîrê hat binçavkirin. Ozen duh li kontrola polîsan a li navçeya Bêrecûk a Rihayê dema nasnameya wê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hat derbaskirin, hat tespîtkirin ku biryara lêgerîna wê heye. Dûre polîsan Ozen ji otobûsê peya kirin û binçav kirin. Ozen li Miduriyeta Polîsan a Bêrecûkê tê girtin.
Hat hînbûn ku berî demekê ji bo Ozen teşhîsa penceşêra qiriqê hatiye danîn û ji bo tedawiyê diçû cem kurê xwe yê li Îzmîrê dijî. RIHA