Polîsên dewleta tirk şeva din li Amedê bi seyareyê li ciwanê bi navê Cîhan Can xist û Can qetil kirin
Polîsên Hêzên Çevîk ên dewleta tirk şevê din li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi seyareyê li ciwanê bi navê Cîhan Can (33) ku endezyarê înşaetê bû xist û Can qetil kirin.
Di dîmenên kamerayan de jî derket holê ku Can dema di kolanê re derbas dibe, seyareya polîsan lê diqelibe û di bin tekereyan de dipelçiqîne. Li gorî dîmenên bûyerê, li gel ku polîsê ajokar ferq dike ku Can li pêşiya seyareyê ye, bêyî ku raweste li Can dixe û derbas dibe. Piştî welatiyên der dorê polîsê ajokar hişyar dikin, radiweste.
Cîhan Can ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide, rakirin nexweşxaneyek taybet a Amedê. Ji wir jî ji bo karên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Dema Can rakirin nexweşxaneyê vê carê polîsan nexweşxaneya dewletê dorpêç kir. Dema malbata Can û parlamenterên HDP’ê bûyer bihîst hatin nexweşxaneyê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku avahiya HDP’ê ya Amedê ji 20’ê kanûna sala 2018’an ve di dorpêça polîsan de ye. AMED