Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Polîsan li Edeneyê êrîşî meşvanan kir: Gelek kes hatin binçavkirin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenter, rêveber û pêkhateyên HDP’ê ji bo “Meşa Demokrasiyê” ya milê Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bidin destpêkirin, li ber Navenda Danûsitendinê ya Sîlîvrî kom bûn. Beriya HDP’yî dest bi meşa xwe bikin, polîsan bi dijwarî êrîşî welatiyan kir û gelek kes binçav kirin. Polîsan her devera Edîrneyê dorpêç kiriye. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Sîlîvrîyê daxuyanî da.

Buldan da zanîn ku meşa wan li dijî darbeyê ye û wiha domand: “Ev meş, meşa demokrasiyê ye. Dê qet û qet nikaribin meşa me asteng bikin û gavên me paşve neavêjin. Dê ev biryarên we yên qedexekar, nikaribin li pêşiya me bibin astengî. Darbe li dijî partiya me pêk tînin. Meşa me ya îro jî li dijî vê darbeya wekîl û hevşaredaran e. Ev meşa me ji bo darbeya di serî de li dijî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û bi hezaran hevalên me ye. Ev meşa demokratîk e. Meşa li dijî girtinên neheq e.”

Bi domdarî jî Buldan ev tişt anî ziman: “Ev meş tenê ne ji bo Demîrtaş û Yuksekdag e. Ev meş di heman demê ji bo siberojeke demokratîk, aştiyane û azad a gelên Tirkiyeyê ye. Em dixwazin bi vê meşê azadî, aştî û demokrasiyê bînin û her kes bi hev re di nava jiyaneke xweş de bijî. Divê ewqas ji Demîrtaş, Yuksekdag û demokrasiyê û aştiyê netirsin. Ew îradeya bi milyonan kes in. Ev meş di heman demê de ji bo Osman Kavala ye. Ev meş ji bo milyonan însanên me yên ku AKP’ê ew feqîr kirine û birçî hiştine ye. Wê ev meş berdewam bike. Heta aştî, demokrasî û azadî were vî welatî wê ev meşa berdewam bike.” EDÎRNE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar