Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Polîsan li Gebzeyê careke din êrîşî dayikan kir

Polîsên dewleta tirk careke din li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê êrîşî dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne kir. Di dema êrîşê de dayik li erdê hatin kaşkirin û piştre jî hatin binçavkirin

Malbatên girtiyan ên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, di roja 13’emîn de xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya xwe ya nobedê pêk bînin. Malbat li cihekê nêzî girtîgehê kom bûn. Di çalakiyê de parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnêxê Nûran Îmîr jî amade bû.

Malbat ji bo ku biçin ber girtîgehê dest bi meşê kirin lê polîsan pêşiya malbatan girt. Polîsan bi hinceta biryara walîtiyê, xwestin çalakiyê asteng bikin. Malbatan jî destnîşan kir ku ew di çalakiya xwe de bi israr in û dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Dayikan anî ziman ku ew mafê jiyana zarokên xwe diparêzin.

Dayik dorpêç kirin

Piştre jî dayikan xwest bimeşin lê polîsan dayik dorpêç kirin. Di çalakiyê de hevseroka HDP’ê ya Gebzeyê Damla Bagci û rêvebera bajêr Oktay Erol hatin binçavkirin. Polîsan di heman demê de xwestin ku parlamenter Nûran Îmîr jî binçav bikin. Malbatan piştî binçavkirinan, çalakiya xwe ya rûniştinê li dar xistin û gotin ku heta hevalên wan tên berdan dê dev ji çalakiya xwe bernedin.

Dayik bi erdê re kaş kirin

Demek piştre jî polîsan êrîşî dayikan kir. Polîsên ku dayik derb kirin û bi erdê re kaş kirin, dayik binçav kirin. Di dema mudaxaleyê de parlamenter Îmîr ji ser hişê xwe çû û rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Îmîr baş e. Malbatên ku hatin binçavkirin, derbasî Midûriyeta Polîsan a Gebzeyê hatin kirin.

Polîs cesaretê ji walîtiyê digirin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 19’ê nîsanê de jî polîsan li ber deriyê Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê êrîşî dayikan kir. Di dema êrîşê de polîsan dayik bi jopan dehf dan û heqaret lê kir. Bi parvekirina dîmenan re jî Walîtiya Kocaeliyê der barê polîsê ku dayik dehf dan tenê lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê tevî vê yekê jî li heman cihî, polîsan dayik bi erdê kaş kirin û binçav kirin. KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar