Polîsên dewleta tirk li Gebzeyê êrîşî dayikên ku ji bo balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de dixwestin li ber girtîgehê çalakiyê li dar bixin, kirin. 2 kes hatin binçavkirin
Bi hezaran girtî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî di rojiya mirinê de ne. Dayikên girtiyan tevî li Gebzeyê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi çalakiyan dixwazin balê bikişînin ser rewşa zarokên xwe.
Di vê çarçoveyê de dayikên girtiyan û malbatên wan di roja 42’yemîn de jî xwestin li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Di dema çalakiyê de polîsan êrîşî dayik û malbatên girtiyan kir.
Hat zanîn ku di dema êrîşê de dayik hatin derbkirin û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gebze ya Kocaeliyê Damla Bagci û rêvebera HDP’ê ya Kocaeliyê Dîlara Ozgeçnen hatin binçavkirin.
Di dema çalakiyê de polîsan zext li rojnamegeran kir û bi darê zorê wêne û dîmenên rojnamegeran jê birin. KOCAELÎ