Polîsan, li Îzmîrê êrîşî Nobeta Demokrasiyê ya ku ji aliyê HDP’ê ve hat destpêkirin, kir û gelek kes binçav kir. Polîsan bi pihînan li parlamenteran da
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, xwest li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan Nobeta Demokrasiyê bide destpêkirin lê polîsan xwe li vê çalakiya demokratîk negirt û bi kîneke mezin êrîş bir ser HDP’iyan. Polîsan nobetê asteng kir û di êrîşê de parlamenter jî di nav gelek kesan derp kirin û bi pihînan li parlamenterên HDP’ê dan.
Polîsan, rojnameger jî di nav de gelek kes binçav kirin. ÎZMÎR