Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Polîsan li Mêrdînê êrîşî HDP’iyan kir

Li Mêrdîn endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê xwest di roja 7’an de çalakiyên xwe yên tayinkirina qeyûman berdewam bikin. Dema girseya ku hilbijêrên HDP’ê jî di navde ji avahiya HDP’ê ya Mêrdînê derketin, polîsan ew dorpêç kirin û mudaxaleyî girseyê kirin. Polîsan di mudaxaleyê de parlamenterên HDP’ê dahf dan û li wan dan

Rejîma AKP/MHP’ê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li dijî tayînkirina qeyûm û operasyonên qirkirina siyasî bertek û nerazibûnên gel li gelek bajaran didomin. Li Mêrdînê jî hilbijêrên HDP’ê û nûnerên rêxistinên demokratîk 7 rojin li dijî tayînkirina qeyûm çalakiyan li dar xistin.

Endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê kom bûn xwestin bimeşin Parka Navendî ya Karayollari û li wir daxuyaniyê bidin. Dema girseya ku parlamenter di navde bûn ji avahiya HDP’ê derketin polîsan ew dorpêç kirin û êrîş kir. Di êrîşê de polîsên rejîmê parlamenter dahf dan û li wan da. Rageşiya li dora avahiya HDP’ê didome. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar