Li navçeya Rezan a Amedê polîsan şevê din bi ser malekê de girt. Di serdegirtina malê de kesek hate kuştin
Polîsên dewleta tirk şevê din li Kolana Karacadag a navçeya Rezan a bi ser malekê de girt. Hat zanîn ku piştî serdegirtina polîsan, pevçûn derket.Hat gotin ku di encama pevçûnê de kesekî jiyana xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû.
Di heman demê de hate destnîşankirin ku polîsan 2 endamên malbatê jî binçav kirin. Nasnameya kesê hatiye kuştin nehat zanîn. AMED