Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Polîsan li Silopî panzêr li zaroka 9 salî qeliband

Li Navçeya Silopiya Şirnexê polîsan panzêr li zaroka 9 salî Rûken Elma qeliband. Elma ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Silopî. Dayika Elma Fehîme Elma diyar kir ku ew der barê polîsan de glîdar e

Li Navçeya Silopî ya Şirnexê polîsan bi panzêrê li zaroka 9 salî Rûken Elma qeliband û ji piyê wê birîndar kirin. Rûken Elma ku serê sibê diçû dibistanê, polîsan bi wesayîta zirxî li ser rêya Hevrîmêşê lê qeliband. Elma ku ji piyê xwe birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî. Elma piştî birîndar bû li nexweşxaneyê tê dermankirin. Hat hînbûn ku hestiyên piyê wê şikestiye. Malbatê diyar kir ku li beşa cerahiyê razandine.

Malbata Elma ya 9 salî agahî dan Ajansa Mezopotamya (MA) û anîn ziman ku bûyer serê sibê pêk hat. Dayika Elma, Fehîme Elma anî ziman ku dema keça wê diçû dibistanê wesayîta zirxî lê qeliband û wiha got: “Serê sibê saet 07.30’an de min keça xwe ji malê şand dibistanê. Dema ji malê derket û derbasî milê din yê Rêya Hevrişîmê bû, wesayîta polîsan a zirxî bi lez ji hemberî hat û lê qeliband. 2-3 metre avêt piyêrê. Heta ez çûm, ew rakirin nexweşxaneyê. Ne zaroka min bûya dê li yek din xistibûna. Panzêr her dem li ser vê rêyê pir bi lez derbas dibin. Kî bê pêşiya wan dê lê biqelibînin û derbas bibin. Ew dizanin ku zarok diçin dibistanê û serê sibê di ser vê rêyê re derbas dibin. Gelek zarok li wir derbasî milê din ê kolanê dibin. Ger ku li zaroka min neqelibandina dê li zarokek din biqelibandina.”

Elma anî ziman ku keça wê xistin emeliyatê û wiha got: “Hestiyê piyê keça min ji 3-4 cihan şikestiye. Ez ji polîsan glîdar im. Niha keça min li nexweşxaneyê tê dermankirin. Bavê Rûken Elma Suleyman Elma di şaredariya DBP’î ya Sîlopiyê de karker bû. Pişti qeyûm hat ji kar hat avêtin.”

Berê jî polîsan bi panzêrê li malê 2 zarok kuştibûn

Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 3’ê gulana 2017’an de polîsan bi panzêrê li malê xist û Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev kuştin. Doza der barê ajokarê panzêrê polîs Omer Yigît û amirê polîsan Murat Maden de hat vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê berdewam dike. Dozger ji bersûcan ji 2 salan heta 15 salan cezayê hepsê dixwaze.

Li taxa Yeşiltepe jî di 30’ê mijdara 2017’an de zaroka 10 salî Çigdem Başak a piyê wê di nava bariyerê Road Blockere (Blok Bariyer) de asê man, birîndar bûbû. Lêpirsîn bê encam bi dawî bû.  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar