Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Polîsan li Stenbolê êrîş kir: 10 kes hatin binçavkirin

Polîsên dewleta tirk êrîşî çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya li Stenbolê kir. Di êrîşê de herî kêm 10 kes bi lêdanê hatin binçavkirin û parlamenterên HDP’ê jî hatin derbkirin. Parlamenter Kemal Bulbul ji ber derbkirinê ser hişê xwe çû û girseyê Bulbul rakirin nexweşxaneyê

Ji bo şermezarkirina biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Komarê ya Bajar a navçeya Esenler a Stenbolê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Sarûhan Oluç, Kemal Bulbul, Omer Ocalan û Nejdet Îpekyuz, parlamenterê CHP’ê Alî Şeker û nûnerên gelek rêxistinên ked û pîşeyî amade bûn. Qada çalakiyê ji hêla notirvan û polîsan ve hate dorpêçkirin.

Polîsan beriya ku çalakî dest pê bike êrîşî girseyê kir. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Welatiyên ku li kuçeyan belav bûn, bi dirûşm û tililiyan meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Heq û edalet dê bi HDP’ê bê’, ‘HDP gel e û gel li vir e’ û ‘ Em ê bi berxwedanê biser bikevin’ hatin berzkirin. Dema ku di navbera parlamenterên HDP’ê û polîsan de nîqaş didomiya, parlamenter Kemal Bulbul birîndar bû û bi ser hişê xwe çû. Bulbul rakirin nexweşxaneyê.

Binçavkirî hatin derbkirin

Di heman demê de di êrîşa polîsan de 10 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin hem di dema binçavkirinê de û hem jî di wesayîtên polîsan de hatin derbkirin. Binçavkiriyên ku navên wan nehatine zanîn, derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Esenyurtê hatin kirin.

‘Tu kes nikare têkoşîna demokrasiyê têk bibe’

Girseya ku polîsan nehiştin bikevin qada çalakiyê, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlamenter Sarûhan Oluç got ku destûr tenê ji parlamenteran re tê dayîn û ew jî vê yekê qebûl nakin. Oluç diyar kir ku tu kes nikare têkoşîna demokrasiyê têk bibe. Li ser navê KESK’ê jî Ozlem Tolu axivî û destnîşan kir ku yên ku qala vîna gel dikin, îro li dijî vîna gel pêkanînên xwe yên dijdemokrasiyê didomînin.

Çalakî dê bidome

HDP’a Stenbolê jî der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku polîsan êrîşî çalakiya wan kir û kesên bertek nîşanî vê êrîşan dan jî rastî êrîşê hatine. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê li hemberî xespkirina şaredariyan bêdeng nemînin û dê tu rêbazên zordariyê nekarin wan ji rêya wan bikin. HDP’a Stenbolê destnîşan kir ku dê çalakiya wan bidome. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar