HDP’a Wanê dê di 23’yê kanûnê de li Ûrartû Otelê 3’yemîn Kongreya Asayî li dar bixe. Ji bo kongreyê ku hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî wê tev li bibe, HDP’ê serî li walîtiyê da ku karibe li deverên cuda yên bajêr ala xwe daliqîne. Piştî ku destûr wergirt, li hin deveran ala xwe daliqand. Lê belê polîsan gotin ‘Walîtiyê bi şaşitî destûr daye’ alên HDP’ê anîn xwarê.
Lê meha borî ji bo kongreya AKP’ê bi maşîneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, alên AKP’ê li gelek deverên bajêr hatibûn daliqandin. WAN