Polîsan Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de bi birîndarî xilas bibû, bi lêdanê binçav kirin. Hat diyarkirin ku dayika Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar bi îdiaya ‘Heqaret li peywîrdarên dewletê kirine’ hatine binçavkirin.
Balkeş e ku beriya seredana Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, malbata Şenyaşar hat binçavkirin. RIHA