Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Polîsan malbatên li ber girtîgeha Gebzeyê dorpêç kirin

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û HDP’iyan îro jî xwestin ku li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê çalakiyê li dar bixin. Çalakvan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û rageşiya li ber girtîgehê didome

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji bo piştgiriya bi berxwedana zarokên xwe re û bal kişandina ser rewşa wan, malbatên girtiyan jî hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê çalakiyan li dar dixin. Lê malbat her tim rastî êrîş û astengkirinên polîsan tên.

Di vê çarçoveyê de malbatên girtiyan di 9’ê nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê dest bi çalakiya nobedê kirin. Malbat her tim rastî êrîşî polîsan tên. Tevî vê yekê jîrojane diçin ber girtîgehê û çalakiya xwe pêk tînin. Bi heman boneyê îro jî malbatên girtiyan û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê xwestin îro jî li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk bînin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Rageşî didome

Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi awayekî girseyî piştgirî da çalakiyê. Lê belê çalakger ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan gefa êrîşê li çalakvanan xwar. Aloziya li pêşiya Girtîgeha Tîpa Me ya Gebzeyê berdewam e. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar