Derdora Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê ku bi rojane malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, li wê derê rastî êrîşan tên bi bariyerên polîsan hat girtin
Polîsan bi bariyeran derdora Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê girtin. Polîsan ji bo ketin û derketina parkê tenê çend rê hiştin û li derdora parkê TOMA û polîsên hêzên çewîk bi cih kirin.
Di rojên derbasbûyî de malbatên girtiyên di greva birçîbûnê dene, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê xwestibûn daxuyanî bidin çapemeniyê lê rastî mudaxileya polîsan hatibûn û êrîşa polîsan a li ser malbat û dayikên girtiyan ketibû ber kamerayan. Bi taybetî êrîşa polîsekê ya li ser dayikekê rastî bertekên mezin habitû. AMED