Êrîşkar Onûr Gencer ê di êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de, Denîz Poyraz qetil kir. Hat hîn bûn ku polîsan dest danîne ser qeydên kamerayên têketina kargehê û dûre qeyd jê birine. Hat diyarkirin ku piştî ku polîsan qeydên kamereyan ên hefteyekê girtine, dîmen hemû jê birine.
Xebatkarên kargeh û esnafên derdorê yên axivîn, diyar kirin ku polîs di saetên serê sibê de hatin cihê kar, qeydên kamereyan ên hefteyekê girtin û pişt re qeyd jê birin. Esnafan bi lêv kirin ku polîsan tu hincetên qanûnî pêşkeşî wan nekirine û qeydên di cihazî de jê birine. ÎZMÎR