Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Polîsan sîxurtî li mamoste ferz kirin

Derket holê ku Cîgirê Midurê Perwerdeya Neteweyî ya Amedê H.O., mamosteya muzikî Pelda Sevîm ku li navçeya Bismil a Amedê li Lîseya Anadolûyê ya 15’ê Temmûzê dixebite, vexwend miduriyetê û li odeyeka miduriyetê bi polîsan daye lêpirsînkirin û sîxurtiyê lê ferz kiriye. Mamoste Sevîm, têkildarî bûyera ku di 20’ê sibatê de pêk hatiye, li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Sevîm û malbata xwe, Serokê ÎHD’ê Abdûllah Zeytûn û Serokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen’ê ya Amedê Abbas Şahîn tev li civînê bûn.

Di civînê de Sevîm qala bûyera ku bi serê wê de hatiye kir û wiha got: “Derdora saet 15.30’an midurê dibistana min li min geriya û diyar kir ku Cîgirê Midurê Perwerdeya Neteweyî ya Bajar H.O. xwestiye ku tu biçî cem wî. Min mijarê jê midur pirsî, midur got ku haya wî ji mijarê tune ye. Piştî vê yekê min jî got ku ez diçim Amedê û çûm. Ketim odeya cîgirê midur. Li odeyê wî min pêşwazî kir. Piştre derket derve û pêre hat got ku dê hevalên polîs têkildarî mijarekî bi te re biaxivin. Piştre 3 kesên ku xwe weke polîs dan nasîn, hatin ketin odeyê û min lêpirsîn kir. Di vê navberê de cîgirê midur mifteya xwe da polîsan û derket. Piştre ez tenê bi polîsan re mam. Têkildarî malbata min çend tiştan ji min pirsîn. Ji min pirsîn ku ji malbata min têkiliya kesî bi terorê re heye û gotin ku tu mamosteya namzetî, peymana te tê nûkirin. Min ev weke gef fêm kir.”

‘Gelek tirsiyam’

Di axaftina xwe de Sevîm diyar kir ku têkildarî mijarê serlêdana sûc bike û ev tişt anî ziman: “Ji ber pîroziya saziya ku ez lê dixebitim, ev rewş min gelek xemgîn kir. Gelek jî tirsiyam. Mabûna bi tena serê xwe jî pirsgirêk bû. Ji bo niha şûnve jî ditirsim. Lewre nizanim ku bi çi re rû bi rû bimînim. Daxwaz dikim Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar û Wezareta Perwerdeya Neteweyî têkildarî rewşê lêpirsîneke pêwîst bikin. Ev rewş qet bi saziya ku lê me nakeve û dixwazim ku bê zelalkirin.”

‘Rewşeke xeternak e’

Piştî Sevîm Serokê ÎHD’ê Abdûllah Zeytûn jî axivî û destnîşan kir ku ji ber bûyer Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar pêk hatiye xeternak e, tişta pêk hatiye sûc e û got ku bûyer ne bûyera yekemîn e û dê bûyerê bişopînin.

Piştî Zeytûn Serokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen’ê ya Amedê Abbas Şahîn jî axivî û diyar kir ku di demeke ku gelek pêkanînên antîdemokratîk hene de derbas dibin û daxwaz kir ku pêkanînên bi vî rengî bên dawîkirin.

Dayika Sevîm: Li cem keça xwe me

Dayika Sevîm Muzeyen Sevîm jî da zanîn ku piştî bûyerê keça wê lê geriyaye û ev tişt got: “Ez ê tu carî deng û tirsa keça xwe ya demê ji bîr nekim. Ez tim li cem keça xwe me. Gumanên min gelek in. Ez difikirim ku bi keça xwe re biçim dibistanê û bêm. Em serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar